Çalakiya malbatên şehîdan a li Sêmalka berdewame

Çalakiyên Dayik û malbatên Şehîdan ên li Sêmalka di roja 103’an de dewam dike. Ev çar heyvin bang li PDK’ê tê kirin ku cenazeyên şehîdên Xelîfanê radestî malbatên wan bike lê PDK bersivê nade.

Îro endamên meclisa malbatên Şehîdan a Dêrikê beşdarî çalakiyê bûn û piştgiriya xwe anîn ziman û bang li PDK’ê kirin..

Li konê çalakiyê, pêşwazî ji aliyê şêniyên Qamişlo yên di nobetê de bûn hat kirin..

Di çalakiyê de dayika şehîd Hefrîn Xelef Suad Mistefa axivî û got:

Ev 103 rojin em bang dikin ku cenazeyan radest bikin. Îro meclisa malbatên şehîdan a Dêrikê çalakiyê dewr digre û ew ê çalakî dewam bike heta cenazeyan werbigrin..

Her wiha dayika Suad bang li rêxistinên Hiquqî û mirovî û gelê başûrê Kurdistanê kir ku zextê li PDK’ê bikin da ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike..

Back to top button