Bi boneya salvegera 13`an a koça dawî ya helbestvanê Kurd Yusif Berazî “Bêbuhar”, Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê çalakiyeke hunerî li Baxçeyê Xwendinê yê Hesekê li dar xist.
Bi dehan rewşenbîr, hunermend û malbata helbestvan Berazî hazir bûn..
Biraziyê helbestvan Yusif Berazî, Şewket Berazî li vir axivî û got:
“Helbestvanên Kurd ên wekî Cegerxwîn û Osman Sebrî bandor lê kirin û her tim di helbestên xwe de behsa doza kurdî dikir.”
Paşê li ser kurtejiyana helbestvanê nemir Yusif Berazî û kar û xebatên wî sinivîsyonek hate tamaşekirin û helbestên wî hatin xwendin..
Helbestvan Yusif Berazî (Bêbuhar) 1931`ê li gundê Til Circiyê yê herêma Babê ya rojhilatê bajarê Helebê ji dayî bûye û paşê koçî herêma Serêkaniyê kir û 5’ê Çileya 2009’an koça dawî kir…