Li gundên Til Temirê yên dagirkirî di navbera çeteya de şer derket

Roj bi roj êrişên dewleta tirk a qirker li ser herêmê zêde dibe . Duh derengiya şevê Li gundên navçeya Til Temirê yên dagirkirî de, şerên giran di navbera komên çeteyan de qewimî.

Li gundewên navçeya Til Temirê yên dagirkirî, di navbera komên çete der şerekî giran derket. Di şer de çekên sivîk û navîn hatin bikaranîn. Sedema derketin şer û encamên wê nehatin zanîn.

Li Cerablusê teqînek pêk hat

Her wiha duh derengiya şevê Li bajarê Cerablusê yê dagirkirî teqîneke bi hêz çêbû. Lê Agahiyên têkildarî sedemên teqînê û encamên wê nehatin zanîn.

Balafirên şer ên nenas li ser Kobanê û yên keşfê li ser Eyn Îsayê digeriyan

Li gor agahiyan Balafirên şer ên nenas li ser bajarê Kobanê û navçeyên Şiyûx û Sirînê yên gundewarên wê, her wiha balafirên keşfê li ser navçeya Eyn Îsayê digeriyan.

Back to top button