Çalakiya malbatên şehîdan a li Sêmalkayê di roja 104’an de ye

Çalakiya malbatên şehîdan a li Sêmalkayê di roja 104’an de ye.
Malbat bi biryar in çalakiya xwe heta pêkhatina daxwazên wan, bidomînin.
Daxwaz jî wegirtina cenazeyên zarokên xwe yên şehîd in.

Çalakiya malbatên şehîdan di meha 4’an de ye.

Tevî evqas dema dirêj a çalakiyê jî, PDK’ê heta niha ti bersiv û agahaî li ser cenazeyên van şehîdan nedaye.

Demsal zivîstan e, dayik û bavên van şehîdan temenmezin in û zehmetiyan li ber derî dibînin.

Wilo jî çalakiya xwe rojekê jî ranewestanin û li ber sermayê li ber xwe didin.

Tenê wê dixwazin ku cenazyên zarokên wan werin radestkirin.

Lê belê aliyê ku daxwaz jî tê kirin jî PDK ye.

Lewma heta niha wê ev bang û daxwaz bêbersiv bin.

Tevî ku ya ew şehîd xistine jî, dîsa ew e, PDK ye.

Back to top button