Li Kobanê çalakiya konvedanê dest pê kir

Êrişên dewleta Tirk dema dawî li ser herêmê dijwar bûn.
Ev êriş li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên.
Li dijî van êrişan, taybet ên li ser Kobanê, çalakiyek hat destpêkirin.

Çalakî li Kobanê, se’etên sibehê li qada şehîd Egîd dest pê kir.

Kon hat vedan û heta niha jimarek ji şêniyên Kobanê beşdar bûne.

Armanc jê, êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê bi giştî û bi taybetî yên li ser Kobanê werin şermezarkirin.

Ev çalakî wê heta sê rojan dewam bike.

Dema dawî, çend caran bi top û dronên Tirkiyê şêniyên Kobanê hatin armancgirtin.

Gelek şehîd û gelek jî birîndar bûn.

Di nav wan de zarok hebûn.

Ji wan jî, Ebdoyê 4 salî ku lingê xwe ji ber topên dewleta Tirk winda kir.

Back to top button