Loqman Ehmê li hemberî amargoyê banga xurtkirina berhemên xwecihî kir

Di demekê de ku ambargo li ser herêmê hatiye ferzkirin, berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Loqman Ehmê û Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Erîfe Bekir diyar kir ku Deriyê Sînor ê Sêmalkayê li ser daxwaza Tirkiyê hatiye girtin û got: ” Ev rewş zerarê hem dide Rojava hem dide jî Başûrê Kurdistanê.”

Di demekê de ku ambargo li ser herêmê hatiye sepandin nerazîbûn zêde dibin .

Derbarê mijarê de Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Loqman Ehmê ji ajansa ANHA’yê re nirxandin kir.

Ehmê bal kişand ser şêwazên şerê li dijî gelê herêmê û got: “Beriya vê ambargoyê jî, ambargoya avê hate ferzkirin niha jî deriyê sêmalka digrin.

“PDK`ê gelek caran ev derî girt, da ku zextê li Rêveberiya Xweser bike ku welatî nikaribin hewcedariyên xwe peyda bikin.”

Loqman Ehmê dawiyê diyar kir ku divê gel debara xwe bike û projeyên biçûk pêşbixin da ku vê ambargoyê derbas bikin.

‘Girtina Sêmalka zerarê dide Başûr û Rojava ‘

Her wiha bi heman armancê Endama Desteya Giştî ya PYD’ê Erîfe Bekir jî ji ANF’ê re axivî.

Erîfe bal kişande ser armanca girtina derî û got : “Di vê demê de rewşek xeter û hesas heye.

Armanc ji girtina derî ewe ku dixwazin gel bikin nava tengasiyê da ku gel li hember rêveberiya xweser rabe.

Her wiha Bi vê yekê jiyana 5 milyon mirovên li Rojava dijîn, dixin xeteriyê.”

Erîfe destnîşan kir ku yek ji nefesa Rojava û Başûr ev deriyê Sêmalka ye.

Erîfe dawiyê bang li başûrê Kurdistanê kir ku nekevin xefika dewleta Tirk

Back to top button