Civîna salane ya Kongra Star di roja 2. de ye

Doh salvegera 17. a damezrandina Kongra Star bû.
Bi vê boneyê Kongra Star civîna xwe ya salê doh li dar xist û îro jî dewam dike. 

Kongra Star doh li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan civîna xwe ya salê li dar xist.

Civîn bi slogana “Têbikoşe dagirkerî û tundiyê têk bibe” bi beşdarbûna 300 delegeyên ji herêmê dest pê kir.

Di civînê de perspektîfên rêber Apo ên li ser jinan hate xwendin.

Paşê rapora rewşa rêxistinî ya 2021’ê ya kongrê bi zimanê kurdî û erebî hate xwendin.

Xebata roja yekemîn a civînê bi nirxandina rapora rewşa rêxistinî bi dawî bû.

Îro jî civîna Kongra Star di roja 2’an de bi nîqaş û danîna plansaziya sala nû dewam dike.

Back to top button