Hêzên gerîla li Heftenînê li artêşa Tirk ya dagirker dan

Hêzên gerîla li herêma Heftanînê li çeperên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Girê Dûpişkê xistin. HPG’ê diyar kir di vê çalakiyê de derb li 3 çeperan hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê ,14’ê Çileyê li qada Pîrbilayê ji du baskan ve li çeperên dagirkeran ên li ser Girê Dûpişkê hate xistin.

Di vê çalakiyê de derb li 3 çeperan hate xistin.”

HPG’ê diyar kir 13, 14 û 15’ê Çileyê qadên Girê Amediye, Kunîşka, Çemço û Şehîd Şahîn ên herêma Zapê,

qada Deriyê Hirçê yê herêma Garê û

derdorfa Ava Lolanê û qada Goşîne yên herêma Xakurkê bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

Hat ragihandin, di van êrişan de tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button