Li dijî êriş û terora dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê û hedefgiritna sivîlan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li herêma Firatê çalakiya konvedanê da destpêkirin.
Konê çalakiyê li Qada Şehîd Egîd a li navenda Kantona Kobanê hate vedan.
Çalakî bi piştgiriya şênî û hemû saziyên herêma Firatê dê sê rojan dewam bike.
Çalakiya konvedanê bi daxuyanikê hat destpêkirin.
Di daxuyaniyê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan amade bûn
Di roja yekem de, şêniyên kantona Kobanê û endamên saziyên rêveberiyê serdan konê çalakiyê kirin.