Rêxistina HDP’ê ya Êlihê kongreya xwe ya asayî li dar xist

Rêxistina HDP’ê ya Êlihê, 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî bi coşekî mezin li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di kongreyê de axivî û bertek nîşanî tecrîdê da. Pervîn got, “Divê ev sûcê li dijî mirovahiyê tavilê bi dawî bibe, tecrîda li Îmraliyê bê qedandin.”

Rêxistina HDP’ê ya Êlihê, li eywaneke dewetê ya bajar 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî bi şîara “Niha Dema HDP’ê ye” li dar xist.

Parlamenterên HDP’ê û nûnerên TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê, CHP, Partiya Pêşerojê û Demokrat Partiyê jî di nav de gelek kes tevlî kongreyê bûn.

Bi hezaran kes beriya destpêkirina kongreyê hatin ber derê eywana kongreyê û li ber def û zirnê govend girtin.

Piştî avakirina dîvanê kongreyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Di destpêka kongreyê de hevserokên HDP’ê yên Êlihê Fatma Ablay û Omer Kûlpû axivîn û spasiya beşdarên kongreyê kirin û di axaftina xwe de bal kişandin ser têkoşînê.

Piştî axaftinên hevserokên HDP’ê yên Êlihê Fatma Ablay û Omer Kûlpû, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî.

 Pervîn Buldan: Tenê HDP xwe dide ber çareserkirina pirsgirêkan hemûyan

Pervîn Bûldan destpêkê gelê berxwedêr ê Êlihê, jin û ciwan silav kir û got, “Yên ku hewl didin HDP’ê krîmînalîze bikin bila bala xwe bidin Êlihê. Bila bala xwe bidin vî gelî, vê salonê.

Pervîn bal kişand ser êrişên partiyan wan HDP û diyar kir ku desthilata Faşîst AKP-MHP her êriş dike ew bi hêztir dibin.

Pervîn anî ziman ku HDP li dijî hemû cure êrişan li berxwe dide û destnîşan kir ku tenê HDP xwe dide ber çareserkirina pirsgirêkan hemûyan.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di dewama axaftinê de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo

Pervîn buldan: dewleta tirk bi sedemên kêfî li îmraliyê tecrîdê ferz dike

“Bi sedemên kêfî li Îmraliyê tecrîdê ferz dikin. Ev tecrîd sûcê li dijî mirolvahiyê ye. Em vî sûcê li dijî mirovahiyê ti carî qebûl nakin.

Divê ev sûcê li dijî mirovahiyê tavilê bi dawî bibe, di serî de li Îmraliyê li ku derê tecrîd hebe divê bê qedandin.”

Piştî axaftinan, rêveberiya nû ya bajar hat hilbijartin û Huseyîn Sarik û Huriyet Kaytar bûn hevserokên nû yên Êlihê.

 

Back to top button