li Ewropayê kampanya derxistina PKK’ê ji lîsta terorê mezin dibe

Têkoşîna ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê roj bi roj mezin dibe û piştgiriya wê jî zêde dibin. Li Ewropayê, kampanya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê, ji lîsteya terorê her diçe berfireh dibe.

Di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de, li dijî qedexeya li ser PKK’ê, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Jinên Ciwan ên Tekoşer û Ciwanên Enternasyonalîst li gelek bajarên Ewropayê standên îmzeyan hatin danîn.

Ciwanan derbarê naveroka çalakiyê de jî agahî dan.

Stand li bajarê Koln ê Almanya, bajarê Marsîlya yê Fransa, li bajarê St. Gallen yê Swîsra û li Londonê hatin danîn û gelek imez hatin komkirin.

Çalakiya li bajarê St. Gallen yê Swîsra rastî provekasyoên nijadperestên Tirk hat.

Back to top button