Azad Hisên: Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi berdêlên giran ava bû

Endamê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên bi boneya salvegera avakirina Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê axivî. Azad Hisên diyar kir ku Meclîsa avaker li ser bingehê xeta berxwedanê hate avakirin û got, “êdî cihê xiyanetkaran li ser axa Şengalê nemaye.

Li Şengalê ezmûna Rêveberiya Xweser xwedî dîrokeke kurte, lê bi berxwedan û têkoşînê dagirtî ye.

Cara yekem di 14’ê Çileya 2015’an de bi navê Meclîsa Avaker a Şengalê bingeha xweseriyê hate danîn.

Ango gava destpêkê di nav rewşa fermanê de hate avêtin û ev 7 salin jî bi têkoşîn û berxwedaneke mezin xwe gihandiye îro.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, ji bo parastin û pêşxistina aramiya civakê di nava hewldanên mezin de ne.

Her wiha hewldanên hikumeta Kazimî, PDK û dewleta Tirk a dagirker jî ji bo hilweşandina vê projeyê didomin.

Derbarê vê mijarê de Cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Azad Hisên destpêkê bi bîr dixe ku li ser avakirina Meclîsa Avaker a Şengalê re gelek berdêlên giran hatine dayîn û gelek qonaxên hesas hatin derbaskirin.

Hisên bal dikişîne ser dijbertiya PDK’ê ya li dijî Şengalê û helwesta civaka Êzidî ya li beramberî êrişan û wiha

Azad Hisên: Êdî cihê xiyanetkaran li Şengalê nemaye

Azad Hisên diyar kir ku Meclîsa avaker li ser bingehê xeta berxwedanê hate avakirin û got, êdî cihê xiyanetkaran li ser axa Şengalê nemaye.

Azad Hisên, li hemberî plan û êrîşên ser Şengalê jî nirxandin kir û ev tişt anî ziman:

Azad Hisên: Bi saya berxwedan û têkoşînê peymana 9’ê Cotmehê bê encam ma

Azad Hisên destnîşar kir ku bi berxwedana civaka êzidî û dostên Êzidiyan Peymana 9’ê Cotmehê pêk nehat.

Azad Hisên li ser plan, êriş û konsepta li ser Şengalê tê meşandin bi gotinek ya Rêber Apo bersiva êrişan da û wiha got:

‘Eger dinya hemû bibe yek û bi ser me de were jî ez dest danaynim, lê hemû dinya li pişta me be jî em êrişê kesî nakin.’ Tişta ku birêz Ocalan dibêje, Rêveberiya Xweser jî dibêje.

Azad Hisên di dawî de destnîşankir ku ew weke civaka Êzidî doza mafê xwe ya rewa dikin û tiştek ji derveyî qanûnên Iraqê naxwazin

Back to top button