53 Malbat ji kampa Holê hatin derxistin

53 malbatên din yên ji herêmên rojhilat û bakurê bajarê Dêrezorê ne, ji kempa Holê hatin derxistin.

Li ser bîryara civîna 10’ê Cotmeha 2020’an a Meclisa Sûriya Demokratîk, Desteya Karûbarên Civakî û Desteya Hundirîn koçber ji kampê têne derxistin.

Îro jî 217 kes ku ji 53 malbatan pêk tên, yên ji herêmên rojhilat û bakurê bajarê Dêrezorê ne, ji kempê derketin.

Piştî ku saziyên ewlehî û rêveberiyê bi kordîneya bi Meclisa Dêrazorê ya Sivîl re nasnameyên wan lêkolîn kirin, ji kampê derketin.

Back to top button