Tevgera Ciwanên Şoreşger di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ dest bi çalakiya Pirtûkxaneya Gerok kir.
Îro çalakî ji navçeya Amûdê dest pê kir.
Di Pirtûkxaneyê Gerok de parzename û dahûrandinên Rêber APO hene.
Şêniyên Amûdê bi erebeyên xwe li pey basa pirtûkxaneyê li kolanên navçeyê geriyan û li pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger rawestiya.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Nîşan Herekol axivî û diyar kir ku armanc ji çalakiyê ew e ku pirtûkên Rêber Apo di nav gelê herêmê de bigerînin û îmzeyên gel ji bo derxistina PKK ji ‘lîsteya terorê’ kom bikin.
Hevseroka PYD Minewer Xalid jî axivî û piştgirî da çalakiyê.
Piştî axaftinan şêniyên Amûdê ji bo derxistina PKK ji “lîsteya terorê” îmzeyên xwe tomar kirin, û ji bo wergirtina pirtûkên Rêber Ocalan tevlî çalakiyê bûn.
Tê payîn çalakî heya 24`ê Çileyê dewam bike û li ser asta Herêma Cizîrê li hemû bajar û navçeyên herêmê bigere.