Efrîn.. Çeteyan 50 teneke zeyt û 5 trektor dizîn

Li Efrîna dagirkirî sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber dewam dikin. Dagirkeran ji malbateke ji gundê Xelîl yê li navçeya Şiyê 5 trektor û 50 teneke zeytê zeytûnê dizîn.

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê, çeteyan li gundê Xelîl yê bi ser navçeya Şiyê girte ser mala jineke temenmezin û 50 tenekeyên zeyta zeytûnê jê dizîn.

Jina 80 salî astengdar e û navê wê Emîne Hacî ye.

Hat diyarin kir ku çeteyan beriya vê jî 5 terektor ji zarokên Emîne Hacî yên li bajarê Efrînê dimînin dizîn.

Çeteyan di nava hefteyekê de 22 kes revandin, 925 dar birîn

Tora Çalakvanên Efrînê sûcên dagirkeran yên di nava hefteyekê de eşkere kir.

Li gorî wê,

22 welatî hatin revandin.

2 cihên dîrokî hatin dizîn û wêran kirin.

Zêdeyî 925 dar hatin birîn.

4 mal hatin desteser kirin.

Back to top button