Şengal..Wesayîta artêşa Iraqê li servîsa xwendekaran qelibî 2 kes mirin

Li Şengalê tankera avê ya artêşa Iraqê li servîsa xwendekaran qelibî, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.

Servîseke xwendekaran dema ji dibistanê derket li navçeya Sinûnê ber bi komelgeha Xanesorê ve çû nêzî seytereya Şehîd Amed a Asayîşa Êzîdxanê, tankera avê ya artêşa Iraqê li servîsa xwendekaran qelibî.

Li gorî nûçeya Rojnewsê Şofêrê otobusê û xwendekarekê jiyana xwe ji dest da û 27 kes jî birîndar bûn.

Birîndar ji aliyê kesên derdor ve rakirine Nexweşxaneya Sinûne.

Hêjayî gotinê ye ku ev çend roj in artêşa Iraqê bi hincetên cûda hêzên xwe yên li navenda Şengalê zêde kirine.

Lê gelek cihan seytere danîne û liv û tevgera wesayîtên leşkerî rê li ber vê qezayê vekiriye.

Back to top button