Însiyatîfa niştîmanî ya ji bo Efrînê pêngavek ragihand

“Însiyatîfa Nîştimanî ya ji bo Efrînê” bi armanca şermezarkirna dagirkeriya dewleta Tirk û eşkerekirina sûcên wê li Efrînê pêngavek ragihand..Pêngav wê 19’ê Çile destpê bike. Gelek rewşenbîr û hunermendan piştgiriya pêngavê kirin û bang li Kurdistanî û dostên wan hate kirin ku beşdarî pêngava bibin.

Salvegera êrişên dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve nêz dibe..

Li hember êrişan 58 rojan gelê Efrînê û şervanên wan li ber xwe dan.

Ji roja dagirkeriyê ve û heta niha, komkujî û sucên dewleta Tirk û çeteyan li hember Efrîniyên mayî jî didome..

Li dijî dagirkeriyê, “Însiyatîfa Nîştimanî ya ji bo Efrînê” bi armanca şermezarkirna dagirkeriya Tirk û eşkerekirina sûcên wê li Efrînê bi daxuyaniyekê pêngavek ragihand..

Însiyatîfê di daxuyaniya ku li ser malperên xwe yên fermî weşand de got:

“Ji bo ku em fedekariyên gelê xwe yê berxwedêr û êşa Efrînê (Çiyayê kurmênc) parve bikin wê rêzeçalakî li cih û demên cuda werin lidarxistin. Pê re wê pêngaveke haştagê li ser hemû malperên medya dîjîtal dest pê bike.”

Di çarçoveya pêngavê de, gelek rewşenbîr û saziyên rêxistinên sivîl piştgiriya xwe ragihandin…

Gelek hunermend û rewşenbîran jî li ser hesabê twitterê yê însiyatîfê dîmen belav kirin û piştgiriya xwe ya bi îsniyatîfê re anîn ziman..

Her wiha bang li kurdistaniyan û dostên gelê Kurd hat kirin ku tev li pêngavê bibin..

Pêngav 19’ê Çileyê li gorî dema rojava saet 19:00`an dest pê dike..

Back to top button