Li Girkê Legê û Tibespiyê civînên gel

Rêveberiya Xweser ji bo ku li rexneyên gel yên derbarê kêmaniyên di kar û xebatên wê de guhdar bike, dest bi rêzecivînan kiriye…Rêveberiyê li navçeyên Tirbespiyê û Girkigê Legê, du civînên gel li dar xistin. Di civînê de, şênîyan gazinên xwe anîn ziman, kêmanî rexne kirin û pêşînyarên xwe ji bo rêveberiyê kirin..

Rêveberiya Xweser ji bo ku rexeneyên gel yên der barê kêmaniyên di kar û xebatên saziyên xizmetguzarî de guhdar bike, civînan li dar dixe.

Di çarçoveyê de, îro li navçeyên Tirbespiyê û Girkê Lekê, bi amadebûna şêniyên navçeyê û berpirsên saziyên xizmetguzarî yên Rêverbeirya Xweser, du civîn hatin lidarxisitn.

Civîna li Tirbespiyê li Hola Nadî Siyahî bi amadebûna bi sedan kesî, hate li darxistin.

Civîn bi xwendina raporên xebatên salane ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, budceya sala 2021 û budceya sala nû dest pê kir.

Di nîqaşan de, kêmaniyên di kar û xebatên hin saziyan de hatin rexnekirin.

Her wiha şênîyan daxwaz kir ku rewşa jiyanî û xizmetguzarî li gund û navçeyan bêne pêşxistin.

çLi Girkê Legê jî di heman çarçoveyê de civînek hate lidarxistin.

Raporên xebatên salane yên desteyên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê hatinn xwendin û nîqaş li ser hatin kirin.

Di nîqaşan de şênîyan daxwaz kir ku li ser rewşa jiyanî û xebatên xizmetguzarî werin sekinandin û kêmaniyên heyî werin derbaskirin.

Şênîyan daxwaz kir civînên bi vî rengî bêne dewamkirin.

Back to top button