Li Bane di êrişa hêzên Îranê de kolberek birîndar bû

Sînorên ku dagirker datînin kurd li nav wê nikarin bazirganiyê bikin .

Û bi xwe dagirker vê bazirganiyê jî qacax dibînin .

Duh Li Bane hêzên Îranê gule li kolberekî reşandin.

Di êrişê de kolber birîndar bû.

Doh li herêma Sardabî ya bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê çekdarên Îranê gule li kolberekî
reşand.

Kolberê bi navê Osman Resûlî yê xelkê Bane ji aliyê hêzên Îranê ve hate gulebarankirin.

Di encamê de kolberê Kurd bi giranî birîndar bû.

Şêniyên herêmê birîndar kirin nexweşxaneyê.

Li aliyekî din di 14’ê vê mehê de jî hêzên îranê komek kolber gulebaran kir .

Di encamê de kolberê bi bi navê Mêhran Rehmanî (24) jiyana xwe ji dest da.

Û kolberek din ê bi navê Îbrahîm Rehmanî (45) jî birîndar bû.

Back to top button