Çavkaniyeke ewlekariyê yên Iraqê ragihand ku dun bi şev du teqîn li Bexdayê çêbûn.
Duh derengiya şevê li Bexdayê du teqîn pêk hatin .
Teqînên ku pêk hatine yek nêzî Mesreh El-Wetenî û ya din nêzî Qada El-Wesaiq bû.
Çavkaniyê eşkere kir ku piştre hate diyarkirin ku du mayîn nêzî du bankan hatin teqandin.
Derbarê ziyan û windahiyan tu agahî nehatine bi desxistin .
Hêjaye bi bîrxistinê ye ku di 13’ê vê mehê de herêma Kesk a Bexdayê bi mûşekan hedef hate girtin, Sîstema parastinê ya Balyozxaneya Nû ya Amerîka bersiv da.
Her wiha ew mûşek di hewa de bêbandor kir.