Li Şengalê Qeza : 2 xwendekar mirin û 27 birîndar bûn

Li Şengalê di navbera nahiya Sinûnê û Xanesorê de tankera avê ya artêşa Iraqê li servîsa xwendekaran qelibî.

Li gorî agahiyên destpêkê 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 27 kes jî birîndar bûne.

Li Şengalê, servîseke xwendekarên dibistanê ku ji Sinûnê ber bi komelgeha Xanesorê ve diçû, tankera avê ya artêşa Iraqê li serwîsa xwendekaran qelibî.

Li gor agahiyên ji Nexweşxaneya Sinûnê hatine girtin 27 birîndar hene.

Ajokarê otobusê û xwendekar jiyana xwe ji dest dane.

Birîndar ji aliyê kesên derdor ve rakirine Nexweşxaneya Sinûnê.

Hêjayî gotinê ye ku ev çend roj in artêşa Iraqê bi hincetên cûda hêzên xwe yên li navenda Şengalê û hemû komelgehan zêde kirine.

Lê gelek cihan bend danîne û liv û tevgera wesayîtên leşkerî rê li ber vê qezayê vekiriye.

Back to top button