Koreya Bakur..Ji despêka salê ve hikumeta Pyongyan muşeka 4 jî ceriband

Koreya Bakur salan nû bi ceribandina muşekan despê kir. Di kêmî 2 hefteyan de, ceribandina 4. a muşekan pêk hat. Îro ji paytext Pyongyangê 2 muşek hatin ceribandin. Japonya û Koreya Başûr jî ceribandina muşekan piştrast kir.

Koreya Başûr îdia kir ku Koreya Bakur roja doh 2 muşekên balîstîk ên menzîla kurt ji balafirgeheke paytaxt Pyongyangê avêtine.

Ji despêka mehê ve, ev ceribandina çaremîn a Koreya Bakure ku pêk hat.

Ceribandina muşekan îro saetên siharê pêk hatin.

Zêdebûna van ceribandinan jî weke gefeke li dijî welatên Rojava û taybet Amerîka tê pênasekirin.

Japonya jî ceribandina muşekên nû piştrast kir.

Wezîrê Parastinê yê Japonyayê Kishi Nobuo ragihand ku Koreya Bakur bi saeta herêmî saet 08:49 û 08:52’an de du muşekên cuda yên balîstîk ceribandine.

Wezîr got, muşekên ku tê texmînkirin 300 kîlometre durahî û bi bilindahiya 50 kîlometreyan, li deryayê ketine.

Serfermandariya Hevbeş a Koreya Başûr jî ragihand ku muşekên balîstîk ên ku ji Koreya Bakur hatîn avêtin, dibe ku yên menzîla wan kurt bin.

Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Koreya Başûr, fuze ji herêma Sunan a ku Balafirgeha Pyongyangê lê ye hatin avêtin.

Moşek bi navbereke 4 deqeyan hatin avêtin.

Piştî durbûna 380 kîlometre û bilindahiya 42 kîlometreyan muşek li deryayê ketiye.

Koreya Bakur bi mûşekên dawîn ên ku hatin avêtin, ji serê salê ve ev ceribandina 4. e pêk têne.

Tevî cezayên ku ji ber bernameya nukleerî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser Koreya Bakur sepandibû jî xebatên xwe yên ji bo çêkirina çekan didomînin.

Herî dawî hefteya borî hikumeta Pyongyanê muşekek hîpersonîk ceribandibû.

Muşekên hîpersonîk bi leza 6,125 kîlometre diçin.

Ev yek jî ji leza deng a 1235 kîlometre bi qasî 5 qatî bileztire.

Ji ber ku ji aliyê pergala parastinê ve nikarin werin têkbirin, muşekên hîpersonîk wekî teknolojiya şer a paşerojê tê dîtin.

Back to top button