Rûspiyên Eşîrên Kurd: Divê PDK beşdarî dorpêçkirina gel nebe

Rûspiyê eşîra Têrka a Kurd Îsa Mihemed Xelef û Rûspiyê eşîra Omera, Cemal Hec Mensûr li ser girtina deriyê Sêmalka dibêjin:
“Divê PDK`ê beşdarî dorpêçkiriKna gel nebe û derî veke.”
Têkildarî êrişên Tikriyê yên li ser herêmê jî ku bi girtina derî re zêde bûn, rûspiyan got:
“Heta dawî wê li dijî êrişan wê berxwedan hebe.”

Deriyê Sêmalka di demekê de hat girtin ku rojane li ser herêmê êriş ji aliyê Tirkiyê ve hene.

Li dijî girtina derî ji aliyê PDK’ê ve, gelê herêmê rûspiyê eşîran jî di nav de, xwedî hewest e.

Rûspiyê eşîra Omera Cemal Hec Mensûr, wiha nerazîbûn nîşanî girtina deriyên sînor ji aliyê PDK’ê ve da.

Cemal Hec Mensûr dibêje li şûna girtina deriyan û van helwestan pêwîst e yekîtiya neteweyî were avakirin.

Li ser êrişên Dewleta Tirk ku bi girtina derî re zêde bûn jî, Hec Mensûr axivî û bi tundî şermezar kirin.

Li dijî bêdengiya hêzên navdewletî yên li herêmê jî, Cemal Hec Mensûr ev bang kir.

Rûspiyê eşîra Têrka, Îsa Mihemed Xelef jî der barê girtina derî axivî û bertek nîşan da.

Îsa Mihemed Xelef êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê jî şermezar kirin û got “heta dawî li dijî êrişan em ê li ber xwe bidin.”

Zêdeyî mehekê ye, ji aliyê PDK’ê ve deriyê Sêmalka hatiye girtin.

Bi girtina derî re, PDK jî bi aliyên li dijî herêmê re bûye yek û bi wan re dorpêç sepandiye.

Back to top button