Emîn Elîko: Armanca êrişan qirkirina gelên azadîxwaz e

Li dijî êrişên domdar ên Tirkiyê li ser herêmê, Emîn Elîko ku endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê ye bertek nîşan da.
Emîn Elîko dibêje: “Armanca êrişan qirkirina gelên azadîxwaz e.”

Emîn Elîko anî ziman “Dewleta Tirk a faşîst bi êrişên xwe yên li ser herêmê dixwaze qada dagirkeriyê zêde bike.

Bi destê dewleta Tirk a faşîst sûcên şer û qirkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin.”

Elîko bal kişand li ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember êrişan û destnîşan kir ku niha herêm di nava bêdengiya navneteweyî de rastî şerê qirkirinê tê.

Emîn Elîko piştrast kir Divê civaka navneteweyî û aliyên peywendîdar destwerdanê bikin û dawî li binpêkirinên dewleta Tirk bînin

Dawiyê jî endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Emîn Elîko got “Dewleta Tirk çi bike bila bike, wê nekare vîna gelên azadîxwaz bişikîne. “

Back to top button