Amed Mihemed Emîn: PDK bi sozên derew dixwaze Rojava vala bike

Şêniyên Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê PDK, ENKS û qaçaxçiyan ve hatibûn xapandin, dibêjin “PDK, ENKS û qaçaxçiyan soz dan me ku me bişînin Ewropa lê hemû derew derket.” Şêniyan bang li gelê Rojava kir ku bi van lîstikan neyên xapandin û dev ji cih û warê xwe bernedin.

Bi girtina deriyê Sêmalka re PDK’ê xwest bi plan Rojavayê Kurdistanê ji gelê wê, vala bike.

Derî li aliyekî girt û di aliyê din jî rê vekir ku gel ji Rojava derxîne.

Ev jî bi rêya lihevkirina bi hin qaçaxçiyan re pêk anîn.

Armanc jî valakirina herêmê ji gelê wê bû.

Van qaçaxçiyan ji her kesekî 500 heta 700 dolar standin.

Û idîa jî ew bû, ku ew ê wan bişînin Ewropayê.

Lê belê rastiya van idîa derket û paln eşkere ye.

Hinek kesên ku ji aliyê PDK’ê û ENKS’ê ve hatin xapandin ji Başûrê Kurdistanê vegeriyan û der barê van idîayan ji ajansa Hawarê re axivîn.

Amed Mihemed Emîn ê ji navçeya Amûdê, yek ji wan e.

Alan Silêman ê ji Hesekê jî bi heman rengî hat xapandin.

Ji bilî wan, Leyla Xelîl Ehmed a ji Kobanê jî heye.

Ji Dirbêsiyê, Şûeyb Ehmed jî bi heman rengî hat xapandin.

Back to top button