Şêniyên Hewlêrê: Heta niha hikumetê ti alîkarî nedaye me

Berî çend rojan li Hewlêrê careke din lehî rabû.
Ji ber vê lehiyê, ziyaneke mezin li malûmilkên şêniyan bû.
Şênî dibêjin tevî ziyana çêbûyî, heta niha Hikumeta Başûr ti alîkarî anjî qerebo nedaye.

Yek ji şêniyên Hewlêrê yê mala wî li ber lehiyê di bin avê de ma Qadir Mihemed e.

Qadir dibêje: “Heta niha hikûmetê ti qerebo nedane. Lehiyê hemû tiştên di mala min de bir û mal di bin avê de ma.”

Qadir daxwaz ji hikûmetê kir ku alîkariyê bide wan.

Sewsen Star jî ku mala wê jî ji ber lehiyê binav bû axivî.

Sewsen got: “Ji aliyê hikûmetê ve tiştek ji bo me nehatiye. Ji ber lehiyê tiştek ji mala me derneket. Tiştên di malê de hemû lehiyê birin.”

Yek ji şêniyên din ên Hewlêrê ku ji ber lehiyê ziyan dîtiye Behrem Mehmûd e.

Berhem jî dibêje “Mala min û ya kurê min li ber lehiyê çûn. Tişt di mal de nema. Hemû binav bûn.”

Back to top button