Teqîna volkana Ha’apai ya li Tongayê, gelek welatên Pasîfîk xistiye nava alarmê

Teqîna volkana Ha’apai ya li Tongayê, gelek welatên Pasîfîk xistiye nava alarmê. Pêla bandora teqîna volkanê li Almanaya jî hate hîskirin. Herî zêde ji teqînê girava Tonga ya li Deryaya Başûr bandor bû.

Teqîna volkan li hezaran kîlometreyî jî xwe da hîskirin.

Ewrê ji xweliyê bi ser Derya Başûr bilind bû.

Teqîna volkanekî li binê avê, bû sedem ku pêlên deryayê bilind bibin û çend ji giravên Tongayê di nava avê de bimêne.

Pisporan li ser encamên xweliya ku li vî welatê giravê belav bû, hişyarî da.

Rayedarên DYA’yê dîmenên peykê yên teqînê weşandin û diyar kirin ku teqîna volkana Hunga Tonga weke “teqîna herî dijwar û xurt a sedsala 21’ê xuya dike.”

Lêkolîna Jeolojîk a Tongayê diyar kir ku gaz, dû û xwelî bi 20 kîlometreyan bilind bûne.

Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de hatin weşandin, piştî teqîna destpêkê ya roja 14’ê Çileyê pêlên biçûk ên tsûnamiyê rû dan.

Lê belê teqîna duyemîn a roja Şemiyê ewqasî giran bû ku ji Zelanda Nû ya ku bi 2,000 kîlometreyî dûr e hate bihîstin.

Tevî Tonga, DYA û Japonyayê li Fiji, Vanuatu, Zelanda Nû, Awûstralya, Ekvador û Şîliyê hişyariya tsûnamiyê hate dayin.

Pêlên avê bi bilindahiya 1.20 metreyî li peravên Japoyayê ket.

Lehiya ku li Kalîforniya, Santa Crûzê bi teqîna volkan ve hate girêdan.

Navenda Hişyarkirina Tsûnamiyê ya Pasîfîk roja Yekşemê hişyarî rakir.

Ji ber teqîna volkan gelek welat ketin nava alarmê.

Pêla zextê ya ji ber teqînê rû da, li Almanyayê jî xwe da hîskirin.

Back to top button