Dr. Kamûran Berwarî: Siyaseta PDK’ê wê rewşa Kurdan li Iraqê xirabtir bike

9’ê Çileya 2022’an parlementoya nû a Iraqê cara yekê civiya û Mihammed Helbûsî ji bo cara dûyem bû serokê meclisê. Çend roj di ser civînê re derbas nebûn, Dadgeha Federal a Iraqê karên Dîwana Serokatiya Meclîsê rawestand. Mamosteyê zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî derbarê mijarê de got: “Ji ber nakokiyên aliyan, zehmete hikumet were avakirin.”

10’ê Cotmeha 2021’ê hilbijartinên pêşwext ên parlementoya Iraqê hatin lidarxistin..

9’ê Çileya 2022’an jî meclis cara yekê civiya û Mihammed Helbûsî yê Sûnî careke din bû serokê Parlemento û Hakîm Zamlî yê Şîa û Şaxewan Abdullah ê PDK’î jî bûn alîkarê wî..

Çend roj di ser civînê re derbas nebûn, Dadgeha Federal a Iraqê karên Dîwana Serokatiya Meclîsê rawestand.

Mamosteyê zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî derbarê mijarê de ji ANF’ê re nirxandin kir…

Berwarî anî ziman ku bûyerên li Iraqê diqewimin encama lihevkirina sala 2021’an ya li Urdun-Amman, Îmarat û Qatarê di navbera Kurdan, Erebên Sûnî û hêzên din de hate kirin e.

Berwarî diyar kir ku vê lihevkirina van aliyan bandor li encamên hilbijartinê jî kir û destnîşan kir ku ji ber tevlêbûna kêm encamên hilbijartinê îradeya gelê Iraqê temsîl nake.

Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku acizî û bêzarî ji niha ve diyar dibe û ev yek neliheviya aliyên meclisê dide xuyakirin û wiha domand:

“Hinek piştgiriyê didin vê rewşê. Hinek jî bi rengekî eşkere li ber radibin.

Li meclîsê pêwîstî bi 170 parlamenterî heye ku piraniya meclîsê ye.”

Li ser nêzîkatiya PDK’ê ku nemzetê xwe ji bo Serokkomariyê eşkere kir jî Berwarî wiha got;

“Sadr jî piştgiriyê nade namzetê PDK’ê Hoşyar Zebarî.

Dive hersê erkên li Iraqê, Serokatiya Meclîsê, Serokwezaretî û Serokkomarî weke xwe bimînin.

Di rewşa heyî de guhertina rêveberên li ser hersê erkan zehmet tê dîtin.”

Mamosteyê zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî di dawiyê de pilana ku bi hevkariya Tirkiye û Rûsyayê ya li Bakur-Rojhilatê Sûriyê û him jî Başûrê Kurdistanê bibîr xist û got:

“Tirkiye û Rûsya li ser projeya rêya hesinî dixebitin ku ji Iraq-Sûriyê bigihêje Îmaratê.

DYE û Koalîsyona Navneteweyî li ber vê projeyê radibin.

Gelek hêzên Iraqê vê qebûl nakin.”

Back to top button