Li Hindistanê festîvala gayên Zebu

Li Hindistanê, ga weke lawireke pîroz tê dîtin. Heta ji bo gayan gelek festîval û rojên taybet jî hene. Li bajarê Tamil Nadu di festivala gayên Zebu de, bi hezaran kes amade bûn. Gayên nehatine kedîkirin, li ser dîka pêşbaziyê, kêliyên zehmet bi xwediyên xwe dan jiyankirin. Hinek ji wan gayan, xwediyê xwe bi metreyan di erdê re kaş kirin.

Gayên Zebu yên ji bo festîvalê hatin amadekirin bi rengên cur be cur hatin boyekirin.

Gayên ku gihiştin, qada festîvalê êdî ji bo derkevin qada bêşbaziyê li benda wexta xwe man.

Gayên Zebu yên ji bo festîvalê hatin amadekirin, li qadê kêliyên metirsîdar çêkirin.

Di festîvala roja Înî û Şemiyê hate lidarxistin de, 2 kes mirin û gelek jî birîndar bûn.

Her çiqasî 2014’an pîrozbahî ji aliyê Dozgeriya Bilind a Hindistanê ve hat qedexekirin, lê Dadgehên herêmî ev biryar ji nedîtîve hatin.

Back to top button