Ibrahîm Şêxo: Ji destpêka salê ve 25 kes hatine revandin

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Ibrahîm Şêxo eşkere dike “Ji destpêka salê û heta niha 25 kes li Efrînê hatine revandin, 900 darên zeytûnan hatine birîn û 2 cihên dîrokî hatine wêrankirin.”

Ibrahîm Şêxo têkildarî sûcên çeteyên Tikriyê li Efrînê ji ajansa Hawarê re bîlançoya dawî eşkere kir.

Şêxo diyar dike ji destpêka salê û heta niha dagirkeran 25 kes ji gund û navçeyên Efrînê ya dagirkirî revandin.

Ne tenê revandina şêniyan, Şêxo eşkere dike ku di nava çend rojên destpêkê yên salê de çeteyan nêzî 900 darên zeytûnan birîne.

Ji bilî wan, Ibrahîm Şêxo dibêje ” Dewleta Tirk û çeteyên wê 2 cihên dîrokî yên li gundên Efrînê wêran kirin û dizîn.”

Ibrahîm Şêxo dawiyê piştrast kir ku dewleta Tirk guhertina demografiyê li Efrîna dagirkirî didomîne û civaka navneteweyî jî van sûcan paşguh dike.

Back to top button