ÇETEYAN BACEKE NÛ YA FIROTINA ZEYTA ZEYTÛNAN LI ŞÊNIYAN FERZ KIR

Kiryarên dagirkirinê yên dûrî mirovahiyê li dijî şêniyên Kurd li Efrînê didomin.
Çeteyên rêjîma AKP rojane rê û rêbazên nû yên dizîn û talanê diafirînin.
Vê carê jî çeteyan baceke nû ya firotina zeyta zeytûnan li şêniyên Efrînê ferz kir.

Komên çete yên rêjîma AKP û serokê wê Erdogan, baceke nû ya firotina zeyta zeytûnan li şêniyên Efrînê ferz kir.

Li gorî agahiyên ji herêmê bi dest ketine, çeteyan baca ji sedî 10 ji firotina zeytê li şêniyên Kurd li Efrînê ferz kir.

Hat zanîn ku ev biryara ku dagirkeriyê ferz kiriye, roja 13 Gulanê derbasî qonaxa pêkanînê bûye.

Şêniyên li herêmê dibêjin ku nirxê teneka zeyta herî baş a 16 kîlo bi 16 hezar 500 lîreyên Sûrî ne.

Hêjayî gotinê ye, beriya dagirkirina Efrînê ji aliyê rêjîma AKP û çeteyên wê ve, nirxê teneka zeytê ji 25 hezar heya 30 hezar lîreyên Sûrî bû.

Efrîniyan her tim zeyta xwe bi mehan di depoyên xwe de diparastin û kêm kêm difortin û debara jiyana xwe dikirin.

Lê hema ji salekê û vir de, bi ketina çeteyan û dagirkirina wan Efrînê, ji ber dizîn û talanê, şênî nema dikarin zeyta xwe li ba xwe bihêlin.

Tevî ku nirxê wê jî bi qasî ji sedî 40 kêm bûye, lê Efrînî neçar dimînin zeyta xwe bifiroşin.

Aliyê firotinê jî tenê ber bi dewleta Tirk a dagirker e, ji bilî wir, şandina zeyta Efrînê ber bi herêmên din qedexe ye.

Li gorî jimariyên piştî dagirkirinê hatin çêkirin, çeteyên dagirkeriya Tirk nêzî 120 hezar darên zeytûnan hilkirine û 20 hezar jî şewitandine.

Her wiha ji nava 325 guvaştekên zeytûnê, çeteyan 105 dizîne.

Ziyanên ku gihaşta demsal ango mewsima zeytûnê sala 2018’an, bêtirî 120 milyon dolar e.

Leave a Reply

Back to top button