Îro navendên veguhestin sotmeniyê li Ebû Dabî bûn armanca êrişa balafirên bê mirov. 3 kes hatin kuştin û 6 birîndar bûn. Çekdarên Hûsî berpirsyariya êrişê girtin ser xwe.
Bûyer li herêma El Mesfah rû da.
Li gorî rayedarên Îmaratê, 3 sarincên veguhestina soltemeniyê di encama êrişa dronana de teqiyan.
Li derdora balafirgeha nû ya Ebû Dabî jî şewat derket.
Ji ber êrişê 3 kes mirin û 6 jî birîndar bûn.
Têkildarî awayî êrişê û çekên hatina bikaranîn, lêkolînê destpêkir.
Di vê navberê de çekdarên Hûsî bi awayekî lezgîn berpirsiyariya êrişê girtin ser xwe.
Berdevkê Hûsiyan Yehya Serî li ser hesabê xwe ê twîtterê ragihand ku ew ê di demên pêş de berferehiya êrişê parve bikin.