DER BARÊ REWŞA DAWÎ ÎROJ KONSEYA EWLEKARIYÊ CIVÎNEKÊ LI DAR DIXE

Çavkaniyên diplomasî ragihandin ku wê îro Konseya Ewlekariya Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî civîneke awarte li dar bixe.
Rojeva civînê jî rewşa dawî ya li bakur-rojavayî Sûriyê ye, ango operasyona leşkerî ya li Idlib û Hemayê.
Civîn li ser daxwaza Almanya, Belçîka û Kuwêtê tê lidarxistin.

Li gorî agahiyên derketine, wê civîn ji çapemeniyê re vekirî be.

Tê payîn wê cîgirê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê karûbarên mirovî Mark Lowcock di civînê de biaxive.

Di heman demê de jî, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka xwest ku axaftineke nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya mijarên siyasî jî hebe.

Hêjayî bîrxistinê ye ku roja Îna borî Konseya Ewlekariyê der barê rewşa li Idlibê civînek li dar xistibû.

Leave a Reply

Back to top button