Desteya Tenduristiyê ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber Vîrûsa Korona 3 kesan jiyana xwe ji dest da.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn kesên ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane, 2 mêr in û yek jî jin e.
Desteyê ragihand ku 8 kesên din jî bi nexweşiya vîrûsa korona ketine…
Desteyê destnîşan kir kesên ku pê ketine, 4 ji Qamişlo ne, 2 ji Hesekê ne, yek ji Dêrikê ye û yek jî ji Tebqayê ye.