Kongra Star bi daxuyaniyekê dagikeriya Efrînê şermezar kir

Bi nêzîkbûna salvgera 4. a êrişên dagirkirina Efrînê, Kongra Star û Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê bi daxuyaniyan bal kişandin li ser sûc û kiryarên dewlta Tirk û çeteyên wê ên li Efrînê. Kongra Star û Yekîtiya Êzidiyên Efrînê ji civaka navnetewî xwestin ku destwerdanê bike û dawî li dagikeriya li Efrînê bîne.

Piştî 3 rojan, ango 20’ê vê mehê 4 sal bi ser despêkirin êrişên dagirkirina Efrînê re derbas dibin.

Bi vê boneyê, Kongra Star a li Herêma Efrînê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Daxuyanî li Kampa Serdem a li Şehbayê bi amadebûna endamên Kongra Star hate dayîn.

Di daxuyaniya de îşaret bi sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û guhertina demografiya Efrînê hate kirin û bêdengiya civaka naveteweyî derbarê vê yekê de hate şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de kongra Star bang li civaka navneteweyî kir ku dawî li dagikeriya li Efrîn û hemû herêmên dagirkirî bînin.

Êzîdiyên Efrînê bang li civaka Navnetewî kir ku dawî li dagirkeriya li Efrînê bîne

Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê jî bi heman armancê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan Êzîdiyên Efrînê û endamên partiyên siyasî li Kampa Berxwedan a li Şehbayê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê ên dijî Êzîdiyan û cihên wan ên pîroz, her wiha îşaret bi guhertina demografiya Efrînê, bi taybet li gundên Êzîdiyan hate kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navnetewî hate kirin ku dagirkeran ji Efrîn û hemû herêmên dagirkirî derînin.

Back to top button