QSD’ê encama êrişan a 15 rojan eşkere kir

Ji roja pêşî ya sala 2022’an ve dewleta Tirk êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî kêm nekirin. Ji Şehba heta Til Temir, di hedefa êrişên artêşa dagirker de her gelê sivîl hebû. QSD’ê bi daxuyaniyekê encama êrişan a 15 rojan bi raya giştî re parve kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê encama êrişên dewleta Tirk ên 15 rojan eşkere kir.

Navendê êrişên li dijî xelkê herêmê weke sûcê şer û binpêkirina mafê mirovan binav kir û got;

Dewleta Tirk û çeteyên wê mîna sala derbasbûyî 15 rojên destpêkê yên 2022’an navber neda êrişkariya xwe.

Bêdengîya navnetewîyê ya li hemberî van sûcên mezin hişt ku dewleta dagirker êrişên xwe zêdetir bike.

Weke encam,

Şehba, Minbic, Kobanê, Eyn Îsa, Til Temir, riya M4 a navnetewî, Til Temir û Dirbêsîyê bûn armanca êrişên dijwar.

Li gorî daneyên QSD’ê, encama êrişan a 15 rojan wiha ye:

QSD’ê: artêşa tirk a dagirker û çeteyên xwe bi çekên giran 225 caran êriş kirin

Navenda Kobanê û gundewarên wê hatin topbarankirin.

12 sivîl birîndar bûn.

Gunde Qeremox bi dijwarî hat topbarankirin.

3 jin û zarokek birîndar bûn.

Kalepîrek jî jiyana xwe ji dest da.

Herêma di navbera Kobanê û Girê Spî de bû armanca êrişan.

Sivîlek şehîd, 11 jî birîndar bûn.

Di nav birîndaran de zarokê 4 salî ê lingekî wê qut bûye heye.

Dîsa li gundê Qeremoxê 2 leşkerên rejima Sûrî hatin kuştin.

Gundên Kor Hesen, Xirbet Beqer, Bîr Nasir, Golteb, Silêbî, Bîr Xat, Um Huwêyş, Xirbet Faris, Serzûrî, Hurîye, Mixtariyê, El-Suwan, Cirin, Zenûbiya û El Erîda ên Girê Spî gelek caran hatin topbaran kirin.

Di êrişan de sivîlek birîndar bû û ziyanên mezin li mal û milkên gel bû.

Derdora Eyn Îsa, Rêya M4 û gundewarên herêmê, di nava 15 rojên derbasbûyî de gelek caran bûn armanca êrişan.

Li herêmê bi giştî 3 sivîl birîndar bûn û gelek xanî ji ber topbaranê hilweşiyan.

Gundên li ser xeta Til Temir û Zirganê ne gelek caran bûn armanca êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê.

Bi taybet Um El Kêf, Til Kîfçî, Til Tewîl, Til Cûma, Til Şenan û Dirdara.

Li piraniya van gundan ziyanên maddî çêbûne.

Navenda Zirgan û gundên wê bûn armanca êrişên dijwar ên topxaneyên artêşa Tirk.

Li Minbicê Ji ber êrişa balafira bê mirov, sivîlek birîndar bû.

Til Rifatê û derdora wê bi topên obûsan hat topbarankirin.

Gundên herêma Şehba û yên Efrînê, bi obûs û hawanan hatin topbarankirin.

Di van êrişan de cih û warên sivîl yek ser bûn armanc.

QSD’ê: di van êrişan de welatiyek şehîd bû 31 welatî jî birîndar bûn

Bi giştî di nava 15 rojan de ji Şehba heta Zirganê,

225 caran bi hawan, obûs û bi tangan êriş pêk hatin.

31 sivîl birîndar bûn û sivîlek jî jiyana xwe ji dest da.

Mizgefta li Zirganê ji aliyê dagirkeran ve topbarankirin.

 

Back to top button