Hêzên Rûs û hikûmetê Idlib û Hema bombebarankirin

Balafirên şer ên Rusyayê û hêzên hikûmeta Şamê herêmên Idlib û Hemayê bombebarankirin.

Navenda Çavêdiya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê bargehên çeteyên dewleta tirk a dagirker ên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Di heman demê de li herêma Sehil El-Xab ya li bakurê Hemayê jî her du aliyan bi çekên giran êrişî hev kirin.

Balafirên Rusyayê Herêmên Idlibê bombebaran dikin

Çavdêriya ragihand ku balafirên şer ên Rusyayê jî êrişî bajarokê Elbara û derdora wê yê li çiyayê Zawiyê li başûrê Idlibê kir.

Duh jî balafirên Rusyayê êrişî Idlibê kirin.

Li derayê hêzên hikûmeta şamê 4 kes girtin

Her wiha çavdêriyê da zanîn hêzên hikûmetê li taxa Elsebîl ya li Derayê bi ser malekê de girtin û ji wan xwediyê malê 4 kes girtin.

Hate diyarkirin ku duh li Derayê bombeyek bi erebeya serkêşek ji ‘Firqeya Çaremîn’ ya girêdayî hikûmeta Şamê teqiya, di encamê de ew hat kuştin.

Back to top button