Çalakiya malbatên şehîdan a li deriyê Sêmalka di roja 105’an de bi serdanên girseyî didome. Jinên ji Efrîn, Şehba, Kobanê û Helebê serdana konê çalakiyê kirin û daxwaza radestkirina cenazeyên şehîdan kir.
Îro şandeyek ji jinên Efrîn, Şehba, Kobanê û Helebê serdana konê çalakiyê kirin.
Li ser navê jinên Şehba û Helebê û dayikên aştiyê Şazya Îbrahîm axivî û daxwaz ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.
Şazya Îbrahîm diyar kir dê çalakiya xwe heta wergirtina cenazeyên şehîdan bidomînin.
Li ser navê jinên Kobanê û Kongra Star, Felek Yûsif jî got:
“Piştî ku dewleta Tirk li derdora Rojava kemîn danîn û mayîn çand, PDK’ê jî dest bi vê yekê kir.
Ev kirinên PDK ji bo xizmeta dewleta Tirkiyê ye.”
Her wiha li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Lêgê Şêxa Enter got:
“Girtina deriyê sînor nikare çalakiya me bi dawî bike, em ê çalakiya xwe bidomînin.”