
Di çarçoveya rêzecivînên Rêveberiya Xweser ên bi gel re, îro civîna sêyemîn bi şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê re hat lidarxistin.
Civîn bi amadebûna berpirsên saziyên xizmetguzarî û bi sedan şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê li Stada navçeya Dirbêsiyê hate lidarxistin.
Di destpêka civînê de rewşa siyasî û bandora girtina dergehên sînorî li ser herêmê ji hêla cîgira hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Zeyneb Murad ve hate nirxandin.
Piştre rapora xebatên salane ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û budcenameya sala 2021 û 2022 hatin xwendin
Her wiha plansaziya xebat û projeyên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ji bo sala 2022’an jî hate xwendin.
Piştî xwendina raporan, şêniyan derbarê kêmaniyên di xebatên rêveberî yên xizmetguzarî de nêrînên xwe anîn ziman û pêşniyar kirin.