Dewleta Tirk û çeteyên wê 150 kes ji Girê Spî revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî rojane bi nûçeyan tên parvekirin. Ji destpêka salê û heta niha dagirkeran 25 kes li Efrînê revandin û 900 darên Zeytûnê jî birîn. Her wiha çeteyên dewleta Tirk li navçeya Silûk a Girê Spî jî 150 kes revandin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe li herêmên dagirkirî rojane sûc û hovîtiyên xwe didomînin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, li Girê Spî îstixbarata dewleta Tirk û çeteyên koma bi navê El-Amşat duh bi ser malên şêniyên gundê Doxaniyê de girtin.

Hat diyar kirin di serde girtinê de çeteyan 150 kes revandin.

Di nav kesên hatî revandin de endamên berê yên komên çete jî hene ku ji ber qutkirina meaşan ji komên çeteyan veqetiyabûn.

Hat diyar kirin, îstixbarata dewleta Tirk çekên bi kesên revandî re desteser kirin û çeteyên girtî şandin Tirkiyê.

Her wiha sivîlên girtî jî şandin navenda xwe ya li Girê Spî.

Ibrahîm Şêxo: ji destpêka salê ve li Efrînê 25 kes hatin revandin

Li aliyê din hovîtî û binpêkirinên li dijî welatiyên Efrînê jî rojane dewam dikin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Ibrahîm Şêxo têkildarî sûcên çeteyên Tikriyê li Efrînê ji ajansa ANHA’yê re bîlançoya dawî eşkere kir.

Şêxo diyar kir ku ji destpêka salê heta niha dagirkeran 25 kes ji gund û navçeyên Efrînê ya dagirkirî revandin.

Her wiha Şêxo eşkere kir ku di nava çend rojên destpêkê yên salê de çeteyan nêzî 900 darên zeytûnan birîne.

Her wiha Şêxo da zanîn dewleta Tirk û çeteyên wê 2 cihên dîrokî yên li gundên Efrînê wêran kirin û dizîn.

Ibrahîm Şêxo di dawiyê diyar kir ku dewleta Tirk guhertina demografiyê li Efrîna dagirkirî didomîne û civaka navneteweyî jî li hemberî van sûcan bêdeng e.

Back to top button