Li Kobanê çalakiya konvedanê di roja 3’an de ye

Çalakî û berxwedana gelê herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk dewam dike.

Di vê derbarê de çalakiya konvedanê ya li bajarê Kobanê di roja 3’an de ye.

16’ê vê mehê li dijî êrişên dewleta Tirk Ciwanên Şoreşger li Kobanê konê çalakiyê vegirtin.

Konê çalakiyê li qada Şehîd Egîd a li Kobanê hatî vegirtin ê ev sê roj in bê navber dewam dike.

Rojane ji navçeyên kantona Kobanê serdan bo konê çalakiyê tê kirin.

Kesên ku tevli çalakiyê bûn peyama berxwedê li dijî her cure êrişên dagirkeriyê da.

Tê payîn ku îro çalakî bi dawî bibe.

Back to top button