Îbrahîm El Qeftan: Ev ‘lihvkirin’ wê aloziyê kûrtir bike

Îbrahîm El-Qeftan têkildarî “Lihevkirinên” ku hikumeta Şamê behsa wan dike hişyarî da û got:
“Encamên van idiayan neyînî ne û wê aloziyê çareser neke, berovajî kûrtir bike.” El-Qeftan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê piştrast kir divê hikumeta Şamê bi Rêveberiya Xweser re diyalogan bike.

Hikumeta Şamê gavên bi navê “lihevkirinan” ku li gelek herêmên Sûriyê pêk anî, didomîne.

Demên dawî dixwaze heman rêbazî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi kar bîne.

Lê belê ev yek ji aliyê gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ve rastî bertekên tund tê.

Di vê derbarê de Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Îbrahîm El-Qeftan dibêje:

“Ev lihevkirin wekî êşbirê ye.

Hikumet bi rêya wan dixwaze ji civata navneteweyî re bide xuyakirin ku ew hîna ji hêla hemû aliyan ve tê qebûlkirin.

Tu projeyên wê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê tune ye.

Hikûmeta Şamê dixwaze sîstema navendî û desthilatdarî vegerîne.”

El-Qeftan diyar kir encamên van “Lihevkirin û çareseriyan” neyînî ye û wê aloziyê çareser neke û ev got:

“Berovajî, ev gav wê aloziyê kûrtir bike û bibin sedem ku şaneyên terorîst li herêmê belav bibin.”

Îbrahîm El-Qeftan da xuyakirin ku ger hikumeta Şamê çareseriyê dixwaze divê bi aliyên ku dikarin aloziyê çareser bikin re rûnê û ev got:

“Ew alî jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, Partiya Sûriya Pêşerojê, MSD`ê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.”

Back to top button