Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan: Divê Iraq Şengalê neke qadeke tevliheviyê

Demek e li Şengalê tevgera artêşa Iraqê zêde bûye û gelê Şengalê ji vê tevgera zêde nerazî ye.
Têkildarî vê rewşê, Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan PADÊ got:
“Divê Iraq bi rêya danûstandinan li çareseriyan bigere û Şengalê neke qadek tevliheviyê.”

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan PADÊ li navçeya Sinûnê ya Şengalê duh civiya.

Di civînê de rewşa siyasî, taybet liv û tevgera artêşa Iraqê ya li Şengalê hat nirxandin.

Û hat gotin, planên dijmin ên ser civaka Êzidiyan her diçe zêde dibin û armanc jî tunekirina vîna gelên herêmê ye.

Piştî civînê, PADÊ bi daxuyaniyekê ev bang kir:

“Em bang li hikumeta Iraqê dikin ku bi rêya danûstandinan li çareseriyan bigere,

Şengalê neke qadeke tevliheviyê, ji ber ev yek xizmeta vegera gel nake.

Divê hikumeta Iraqê rê li ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê bigre.

Daxuyaniyên parlamenterên PDK’ê jî xizmeta jiyana hevbeş a li Şengalê nake.”

Back to top button