Efxanistan..Ji ber erdheja bi pileya 5,6 herî kêm 26 kes mirin

Weke ku hejarî û metirsiya li welat ne bes bû, erdhej jî bi serde hat. Li rojavayê Efxanistanê bi pileya 5,6 erd hejiya û herî kêm 26 kes mirin.

Li gorî Enstîtuya Sîsmolojî ya Emerîkan (ÛSGS) roja Duşemê li rojavayê welat erd hejiyaye.

Waliyê wîlayeta Badgîs Mûhammed Salîh Pûrdel diyar kir li navçeya Qadîsê xanî hilweşiyane û 26 kes mirine.

Li Efxanistana ku di nav plakayên tektonîk ên Hînt – Avrasyayê de ye, gelek caran erdhej pêk tê.

Di sala 2015’an de jî bi pîleya 7,5 erd hejiyabû û nêzî 200 kes miribûn.

Back to top button