Mihemed Pêncwênî: Ti hinceta mayîna PKK ji lîsteya terorê nemaye

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî derbarê giringiya kampanya derxistina navê PKK’ê ji lîsta terorê de axivî. Pêncwênî diyar kir ku bi biryarek siyasî navê PKK’ê xistin lîsta terorê û got: “Doza Kurd û mafê gelê Kurd bi têkoşîna PKK’ê ve girêdaye. Divê PKK ji lîsta terorê bê derxistin.”

Piştgiriya rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd û yên cîhanê ya bi kampanya derxistina PKK’ê ji lîsta terorê dewam dike.

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî derbarê sedemên xistina navê PKK’ê di lîsta terorê de û giringiya derxistina wê ji nava lîstê ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Pêncwênî dest pê kê li ser pirsa çima PKK’ê xistin lîsteya terorê axivî û got: “Ev biryar li ser daxwaza Tirkiyê ku endamê NATO’yê ye hat dayîn.

Amerîka û welatên Ewropayê ji ber u Tirkiyê wek pirek di navbera xwe û Rojhilata Navîn de dibînin, piştgiriya Tirkiyê kirin û heta niha jî ev piştgirî dewam dike.”

Pêncwênî destnîşan kir ku ji beriya derketina PKK’ê xebatên ji bo daxwaza mafê gelê Kurd di çarçoveyek teng de dihata kirin, lê bi derketina tevgera PKK’ê re gelê Kurd dest bi xebata leşkerî, siyasî û civakî kirin.

Pêncwênî: Hêzên navnetewî jî dizanin ku PKK ne rêxistineke terorîst e

Pêncwênî diyar kir ku tevgera PKK’ê berjewendiyên dagirkeran û talankaran xiste nava metirsiyê, lewra gelek dewletan dijminahiya PKK’ê kirin.

Pêncwênî eşkere kir ku piraniya welatên ku PKK’ê xistine lîsta terorê ew jî dizanin ku PKK ne rêxistinek terorîst e.

Pêncwênî di dewama axaftinê de derbarê bandora eşkerebûna destên di pişt qetilkirina serokwezîrê berê yê Swêdê Olof Palme de ku digotin ji aliyê PKK’ê ve hatiye kuştin jî nirxandin kir û got: “Bê guman wê ev yek bandorek erênî çêbike.”

Pêncwênî: Derxistina PKK’ê ji lîstê tê wateya çareserkirina pirsgirêka Kurd

Pêncwênî têkildarî bandora derxistina PKK’ê ji lîsta terorê ya li ser doza gelê Kurd piştrast kir ku piştî PKK ji lîsta terorê were derxistin wê êdî ti behaneyek dijminan nemîne.

Pêncwênî got, “Derxistina PKK’ê ji lîsta terorê tê wateya derxistina pirsgirêka Kurd ji nava lîsta terorê.”

Pêncwênî: Piştî PKK ji lîstê were derxistin wê Rêber Apo jî were berdan

Herwiha Pêncwênî da zanîn ku piştî PKK ji lîsta terorê were derxistin wê bandor li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî bike.

Pêncwênî dibêje ew di wê baweriyê de ye wê di demek nêzik de, PKK ji wê lîsta terorê were derxistin û got,

“Ji ber ku piraniya dezgehên siyasî, yasayî û dîplomasî, eşkere dikin ku ku xistina PKK’ê nava lîsta terorê biryarek siyasiye û divê ev biryar were betalkirin.”

Pêncwênî di dawî de ji gelê Kurd û hemû siyasetmedarên azadixwaz xwest ku bi deng û îmzeya xwe tevli kampanya ji bo azadiya Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsta terorê bibin.

Back to top button