Di êrişa li ser Sanayê de 14 alîgirên Hûsiyan hate kuştin

Di şerê Hûsiyên Yemenê û Koalîsyona Ereban de 14 alîgirên Hûsiyan hate kuştin.

Di 17’ê Çileyê Hûsiyan êrişî Koalîsyona Ereban kirin. Di vê êrişê de ya li dijî Koalîsyona Ereban sê kes miribûn.

Koalîsyona Ereban diyar kiribû ku wan heşt drone di êrişê de dihatin bikaranîn jî bêbandor kirine.

Koalîsyona Ereban a di bin Pêşengtiya Sûûdî Erebistanê de jî wek bersiv li hember Sanayê êrişeke hewayî pêk anî.

Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê û şahidên bûyerê li Sanayê li mala nûnerekî leşkerî hatiye xistin e.

Endamekî rêveberiya Hûsiyan li ser hesabê xwe yê twîtterê diyar kir ku di êrişa Koalîsyona Ereban de 14 kes mirine.

Back to top button