Koalîsyona Eerebî êrişî Sana kir

Piştî êrişa doh ya Hûsiyan li dijî Îmaratê pêk anî, Koalîsyona Erebî paytexta Yemen sana kir armanca êrişan. Li paytextê avahî hatin hilweşandin û êrişên dijwar pêk hatin. Koalîsyona Erebî ragihand ku wan deva hêzên Hûsî lê biçih bûne kirine armanc. Hûsiyan jî îdia kir ku di êrişa li dijî Îmaratê de ziyanek mezin hatiye dayîn.

Li Yemenê şerê ku ev bêtirî 7 salane dewam dike gurtir dibe.

Li gorî daxuayniya Koalîsyona Erebî ya ku di ajansa SPA ya Erebîstana Siûdî de hatî weşandin de wiha hate gotin:

“Me li bakurê paytext Sanayê lîderên terorîstan hedef girtin.

Li dijî gefan pêwistî bi pêkanîna operasyonên li Sanayê dewam bikin, çêdike.”

Di daxuyaniyeke din a hevpeymaniyê de teqezî li ser wê yekê hat kirin ku wê operasyoneke berfireh û parastinê ji bo bêbandorkirina çavkaniyên metirsiyê were kirin.

Hat diyarkirin ku li dijî gefan û ji ber pêwîstiya leşkerî operasyon hatin lidarxistin.

“Wê kesên ku ji êrîşên dijminane yên li dijî sivîlên li Erebistana Siûdî û Îmaratê berpirsyar in, hesab bê pirsîn.

Hêzên hewayî yên koalîsyonê li ser Sanayê 24 saetan oparasyon têk tînin.”

Her wiha bang li gelê Sana kir ku ji kom û kampên leşkerî yên ku çekdarên Hûsî lê ne dûr bimênin.

Çekdarên Hûsî berpirsyariya êrişê girtin ser xwe

Li aliyê din, doh navendên veguhestin sotmeniyê li Ebû Dabî ya Îmaratê bûn armanca êrişa balafirên bêmirov.

Bûyer li herêma El Mesfah rû da.

Ji ber êrişê 3 kes mirin û 6 jî birîndar bûn.

Têkildarî awayî êrişê û çekên hatina bikaranîn, lêkolînê destpêkir.

Di vê navberê de çekdarên Hûsî bi awayekî lezgîn berpirsiyariya êrişê girtin ser xwe.

Berdevkê Hûsiyan Yehya Serî bi daxuyaniyekê êriş li xwe girt.

Serî êrîşên li ser Îmarat wek “Operasyona Bahoza Yemenê” bi nav kir û diyar kir ku balafirgeha Ebû Dabî û tesîsên petrolê yên li herêma Musafahê bûne hedefa mûşekên balîstîk ên Quds-2 yên Îranê.

Wezareta Karên Derve ya Îmaratê jî di daxuyaniya xwe ya piştî êrîşê de got,

“Em êrîşa çekdarên Hûsî yên li dijî ax û navendên sivîl ên ser welat şermezar dikin.

Ev êrîş wê bêceza nemîne.

Îmarat mafê xwe yê bersivdayînê ji van êrîşên terorîstî re û zêdebûna aloziyan re diparêze.”

Back to top button