Di xwepêşandanên li Sûdanê de 7 kesên din mirin

Rêveberên Sûdanê, guh li daxwazên gel girtine û bi êrişan bersivê didin. Doh carke din bi hezaran Sûdanî daxwaza rêveberiyeke sivîl kirin. Lê careke din artêşê êriş kir û 7 xwepêşandêr hatin kuştin. Ji 25’ê Cotmeh roja darbeya li Sûdanê û heta niha 71 xwepêşandêr ji aliyê artêşa darbekar ve hatine kuştin.

Ji roja artêşê li welat darbe pêk anî û heta niha rewşa li welat wiha ye.

Xwepêşandan, pevçûn, kuştî û birîndar.

Deng ji kolanên bajarên Sûdanê kêm nebûye.

Doh careke din bi armanca rêveberiyeke sivîl bi hezaran kes daketin qadan.

Lê careke din hêzên ewlehiyê êrişî xwepêşandêran dikirin.

Di encamê de, 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Komîteya Bijîşkan a Sûdanê jî ev yek piştrast kir.

Bi vî awayî hejmara kesên ku di xwenîşandanên ku ji 25’ê Cotmeha 2021’ê ku artêş hikûmeta sivîl hilweşand û Rewşa Awarte ragihandibû dewam kir derket 71’an.

Li paytexta Sûdan Xartûm û hin bajaran bi hezaran kes daketin kolanan û daxwaza rêveberiya sivîl a tam kirin.

Hevbendiya desthilatdar a berê ya Hêzên Azadî û Guhertinê ji ber tundiya li dijî xwepêşandêran banga çalakiyan kir.

Di çalakiyên ku 2 rojan dewam bikin de, îro despê kê kir.

Yekîtiya Odeyên Pîşeyî yên Sûdanê ku xwepêşandanên rêveberiya sivîl organîze dike û komîteyên berxwedanê yên ji rêxistinên li taxan berpirsyar in, hat xwestin ku berxwedan bê mezinkirin.

Her wiha binavê “komkujiyên rêveberiya derbeyê” li ser bersivdayînê rê û kolan bi barîkatan bên girtin.

Serokwezîr Abdullah Hamdûk ku piştî destwerdana leşkerî ya 25’ê Cotmehê ya li Sûdanê ji bo avakirina hikumeta teknokrat ji nû ve hatibû wezîfedarkirin, ji ber neçareserkirina krîza siyasî ya li welêt û nakokiyên bi artêşê re di 2’ê Çile de îstifa xwe pêşkêş kiribû.

Înîsiyatîfên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ku 10’ê Çile û ji aliyê bloka Rojhilatê Afrîkayê Rêveberiya Pêşketinê ya Navdewletî (IGAD) 11’ê Çile dane destpêkirin, hîna ti encam negirtiye.

Back to top button