ÇAWIŞOGLU:EM JI WERGIRTINA S-400 RE AMADE NE, EGER RÛSYA AMADE BE

Enqere amadebûna xwe ji bo wergirtina fûzeyên S-400 yên Rûsî radigihîne. Amerîka jî peymana bazirganî bi Tirkiyê re betal dike. 

 

Serokê karê derve yê Tirkiyê Mewlut Çawişoglu ragihand ku ger Mosko amade be, welatê wî ji bo wergirtina pergala fûzeyên S-400 ya Rûsî amade ye.

Berî niha Çawişoglu diyar kiribû ku ew ê wergirtina vê yekê betal nekin.

Amerîka jî ji aliyê xwe ve gotibû:

Pergala S-400 li gor pîvanên NATO’yê ne-guncav e.

Ji bo wergirtina wan jî gef li Tirkiyê xwaribû.

Leave a Reply

Back to top button