Siyasetmedara Malta Metsola bû seroka PE

11’ê Çile serokê Parlamentoya Ewropa David Sossoli wefat kir. Îro ji bo hilbijartina serokê nû dengdan pêk hat. Siyasetmedara Malta Roberta Metsola ji bo serokatiya parlamentoya Ewropa hate hilbijartin.

Li gor nûçeya France 24, piştî ku David Sassoli di 65 saliya xwe de wefat kir, Roberta Metsola wek serokê nû yê Parlamentoya Ewropayê hat hilbijartin.

Ji 705 endamên parlamentoyê 458 dengê erê girt.

Di rewşa asayî de wê seroka nû ya parlamentoyê hatiban hilbijartin.

Li meclisa baskê sosyalîst Sassoli ragihandibû ku ew ê nebe namzet.

Metsola beriya hilbijartinê li ser Twîtterê namzetiya xwe eşkere kir û di peyama xwe de got,

“Dema wê yekê ye ku jin pêşengiya Parlamentoya Ewropayê bike”.

Metsola bû jina sêyemîn û Seroka herî ciwan a Parlamentoya Ewropayê.

Metsola, endamê Partiya Gel a Ewropayê (EPP) ku koma herî mezin a siyasî ya Meclisê ye, cara yekem di sala 2013’an de ji Maltayê wekî parlamenter hat hilbijartin.

Dayika 4 zarokan Metsola a 43 salî ku rastgirên navendî û kevneperest in, beriya ku bibe parlementer parêzer bû.

Metsola bi taybetî di hiqûqa Ewropî de pispor e.

Back to top button